1. Mirov pê Dipije, Dihele. Bêhna mirov teng dike. Heftekî berê dîsa li Amedê de bûm. Ji ber germahiya vî bajarê dinya li ber çavê min sar bû. Ne bawo! Mirov nikare pantol li xwe bike. Li te dizeliqe. Bi navê xwedê ez ev qas eciz bûm min got hema erebekî were min li erdê dûz bike, erd li min yek bike nê xema min e. Şikir vegeriyam zozana bilind. |
|
10.07.2020 00:36 |
kajav
|
2. Dojeh e. Germahiya ku ev meheke wê rihê me standiye. Berê jî hewa amedê germ bû lê germahiyek zûha. Lê piştî bendava heskîfê çê bû vêca hewa bûye birewa. Bêhna mirov diçikê û xwêdana mirov dibe wek mezeloqê, cil bi mirov dizeliqe. Hewa amedê piştî çêkirina bendava dişibe hewa edena. Hingî germe bihîstok dibêje " bihîstok zêde sicirî, ji kerema xwe bataryayê jê derxe!" |
|
10.07.2020 17:46 |
tîrêj zana 21
|
3. Zêde zêde germ e. Mirov nikare xwe li ber bigire, mirov gêj dibe. Lê baş e ku bi şev hênik e. |
|
10.07.2020 22:27 |
berijahr
|
4. li gorî germahîya mêrsînê, zozan e zozan. |
|
21.07.2020 11:08 |
simurg56
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |